| RSS

6.29.2009

Amadakirina Losyona Cildê


Çaryek fîncan lanolîn
Nîv fîncan rûnê kunciyan
Çarsê fîncan av
Firaxê deynin ser ava kelandî
Lanolînê tê de bixelînin firaxê deynin ava û rûnê kunciyan telvê bikin.
Baş tev bidin.
Ew losyon jî dê cildê wê ji tavê biparêze.

Kalek


Ji bo 4 kesan
Dema amadekirinê: saetek
Dema patinê: 2 saet û 50 xulek

Malzemeyên navê (hundir)
Qedexeke avê birinc2
k rûnê nivîşkQedehek av
Qedeheka çay behîvên rendekirî
2 kç îsota pûl a sor
kevçiyek rîhana reş
qevdek bexdenûsa (teze û hûrkirî)
1kç îsota reş û pûlxwê

Malzemeyên der,

5 goştê kêlekê (milê pêşîn)0,5 k ava îsotêkevçiyek nivşkkç îsota reş a pûl
qedeh av


Çêkirin

Birinc û behîvên rendekirî di rûn de biqelîne. Dema baş qeliyan nîvê wê bike firaqeke din û hilîne. Nivê din bike nav avê û bipêje. Dema bijiya ji ser agir dayîne û baweşîn bike bila sar bibe. Piştre îsota pûl, ya reş, bexdenûsa hûrkirî, rihana reş û ew nîvê birinca ku te bi dendikê bihêvan re qelandibû û hilanî bû, hemûyan bike ser ya patî.

Û baş li nav hev xe. Herweha malzemeyên te yên hundir êdî amade ne.Kaleka (kêleka) ku te bi kêrê nava wê wek dolmê vekiribû, van malzemeyên xwe bi kevçiyê bike navê û devê wê bi ta û derziyê bidirû. Kêlekê bike beroşeke û malzemeyên ku te ji bo beşî derê kêlekê amadekiri bûn. Wan jî bike beroşê 2 saet di avê de bipêje. Piştre ji beroşê derxe bike tepsiyek û vê carê 30 xulek di firnê de, di dereceyeke normal de bibjere. Bi germî û servîs bike.

Balkêşî: Divê hundirê kêlekê heta ber dev tijî malzeme nebe, hinek valahî hebe ku di dema kelandin û bijandinê de neteqe û belav nebe.

Kalek xwarineke Liciyan e. Licî ji kêlekê re dibêjin "kalek". Berî bi tenê li malan dihatin çêkrin. Di salên 1970î de Xalê Xelîl (Xelîl Aytek) li Licê di asxaneke biçûk de çêdikir. Pistî 1975an Xalê Xelîl li Amadê asxaneyekê de dest bi çêkirina "kalekê" kir. Pistre sagirên wî li Amedê bi pês ve birin û îro ji Japonyayê heta Kanadayê navê kêleka Liciyan derketiye û xwarina herî xwes û çêjdar e.

Qedeyifên Pêçayî







Ji bo 4 kesan
Dema amadekirinê: saetek
Dema patinê: 2 saet û 50 xulek

Malzeme:
Nîv kîlo qedeyif
250 gr. şekirê hûr
250 gr. qanikên gûzan yên kutayî
3 qedeh av
4 helo hêk
qedehek mangarîn

Çêkirin
Qedeyifan li ser sêniyekê pehn bikin. Qanikên gûzan û şekir pev re di ortê de bi cîh bikin, qedayifê lê bipêçin û şiklekî girover bidinê.
Qedeyifê di hêkên çirpandî bidin. Di tawê de rûn sor bikin û qedeyifê serobin tê de sor bikin. Şekir bikelînin û serbetê hazir bikin û sar bikin, bera ser qedeyifê bidin û serwîs bikin.

5.24.2009

Goştê Ser Neynûkan




Nîv kevçiye şêranî sihik
Zerdika hêkekê
Kevçîyeke ava ananasê

Malzemeyan baş tev bidin, serê tiliyên xwe nîv saetê di vêlosyomê de bihelîn.


Dê goştê ser neynûkên we jîndar û saxlem bibin.

Engînara bikixs


Ji bo 4 kesan
Dema amadekirinê: 25 xulek
Dema patinê: 35 xulek

Malzeme:
4 heb engînar
Qedehek kixs
2 gêzer
2 kartol
Qedehek bezelî
Çar serî şekir
Kevçîyek çayê xwê
Ava nîv lîmonê
2 qedeh av
2 qedehen çayê zeyt
Nîv qevd şêwît

Çêkirin:
Engînaran paqij bikin û di beroşê de bi cîh bikin.Gêzer û kartolan hûr bikin û tevlî bezeliyan li ser engînaran bireşenîn.Pîvaz û şekir û xwê û av û ava lîmonê bera ser bidin.Kaxeza rûnkirî deynin ser û devê beroşê bigrin.35 deqîqeyan bikelînîm, bi şêwîtê bixemilînin û serwîs bikin.

Qurabî


Ji bo 6 kesan

Dema amadekirinê: 45 xulek
Dema patinê: saetek

Malzeme:
2 qedeh arvan
100 gr.rûnê nivîşk
renda qalikê nîv lîmonê
zerdikên 2 hêkan
5 fîncan şekir
xwê

Çêkirin:

Rûn deynin ser mermerekî cemidî,zerdikên hêkan tevlê bikin û li nav hev bixin. Paşê arvan,renda qalikê lîmonê û şekir û xwê jî tevlê bikin û baş bistirênin.Vî hevîrî li kaxeta rûnkirî bipêçin û nîv seetê di sarkerê de bihêlin.hinek arvan bi mermer werkin û bi tîrê hevîr vekin, bi tîrê derbasî tepsiya rûnkirî bikin, zerdika hêkê tê bidin û hinek xwê pê werkin. bi kêrê tozî bikin û di firna 180 derencî germkirî de bipijînin.

5.04.2009

Helawa Şekir



Ji bo 8 kesan
Dema amadekirinê: 10 xulek
Dema patinê: 40 xulek

Malzeme:
250 gr rûnê nivîşk
Nîv kîlo arvan
Du qedeh şîr
Du qedeh şekirê hûr
Qedehek qanikên gûzan yên kişandî
8 heb qanîkên gûzan yên sax


Çêkirin:
Rûnê nivîşk bihelînin , arvan tevlê bikin û bi kevçiyê dar timî tevbidin û li ser êgirê navçe biqewirînin.
Ku pembe bû gûzên kişadî û şîr tevlê bikin, 20 deqîqeyên din biqewirînin, ji êgir deynin .
Têxin sênîka serwîsê û sar bikin.
Tozî bikin û bi qanikên gûzan yên sax, bixemilînin û serwîs bikin.

3.15.2009

Li Kurdistan û Cîhanê jin hê jî di bin zordestîyê de ne


Têkoşîna jinan bo bidestxistina maf û daxwazên xwe berdewam e

.Jina Kurd li gel zordarîyên dagirkerên Kurdistanê ,ji pêşdarazîyên civaka Kurd jî para xwe girtin.

Jina Kurd di hemû konaxên dijwar de garantîya herî mezin ya parastina "Kurdeyatî" û zimanê Kurdî bûn.

Li ser jina Kurd seranserî Kurdistanê hin bandorên neyênî ya paşdamayînê, tundî,lêdan,fişara civakî,zewacên bi darê zorê,neyênîyên aborî,asteng kirina mafên sosyal,kuştinên bo namûsê û bi dehan pirsgirêken din hin jî didome.


DEWAMA NIVÎSÊ

2.24.2009

Ji bo çîmên spehî..





Bo Jinan çend pêşnîyarên hêsan û hin riyên bedew kirin û parastina tenduristîya çîman.


Ling ser ser ling navêjin

Avêtina ling ser lingê ji alîyê tendurîstîyê de bo jinan ne başe.Ji ber ku bi vî şiklî herîkan xwînê tê asteng kirin û metobolîzma hêdî dibe.Heta ku mimkun be divê ling were dirêj kirin.

Nanê bi ximîre(kepik),kartol û sewze

Divê her danê xwerînê xurekên ji alîyê karbonhîdratê ve dewlemend bixwin.Xurekên wek nan,maqerne,sewzeyên teze,girar û mêwe sîtema dehanê rêkûpêk dike û metabolîzba bilêz dibe.

Bi avayekî bipergal peeling û niwaz(masaj) çêkin

Bo ji holê rakirina şane(hucre)yên mirî û paqjij kirin û zindî kirina laşê niwaztin hewceye.

Piştî ser şûştinê heta panîyê xwe hetwan(krem) li xwe bidin

Piştî serşûştinê çîm ji ber ava germ diterike û ziwa dibe.Bo bi nem kirina laşê divê heta panîyan têr krem lê çîman bidin.Her wiha bi taybetî di meha havînê de piştî serşûştinê avasar li lingan divê were reşandin.

Qet cixare nekşînin

Cixare li gel hemû zirarên xwe hewadar bûna laşê asteng dike û çavikên bedena mirov digre.

Pêlik(pedal) ba bidin
Ba dana pêlikê herikîna xwînê rêkûpek dike û lamlateyên çîmê pêşdixe.


Feydeya gogeke bicuk


Ji bo pêşxistina çengên hundir yê çîman navbera çogên xwe goggek bicuk(wek goga tenîsê) deynin û vî bişidînin wê lemlatên we bixebitin.

Zêde ava germ bi kar neynin

Di serşûtinê de zêde ava germ reh(damar)ên bçûk derdixîne holê. (HAWAR NET)

Kuftên Bikartol


Ji bo 5 kesan
Dema amadekirinê: 25 xulek
Dema patinê: 30 xulek


Malzeme:
750 gr qîme
2 hêk
Qedehek toza galetan
Nîv qedeh irmîk
Bexdenûs
Xwê
Îsota reş
Kimyon
4 kevçî rûn
Kevçîyek merge (salçe)
Ji yên navçe 7 heb kartol
3 qedeh av


Çêkirin:
Toza galetan ,irmîk, bexdenûsên hûrkirî, biharat û xwê tevlî qîmê bikin;baş bieçiqînin; bikin kûne.
Kevçiyek rûn têxin tepsiyekê,kuftan tê de hinekî or bikin û derxin.
3 kevçî rûn , kevçiyek merge û qedeh av têxin eynî tepsiyê û li hev bixin.
Kartolên tozîkirî û kuftan têxin tepsiyê û bipijînin û serwîs bikin.


Xweşava Fişneyan



Ji bo 6 kesan

Dema amadekirinê: 15 xulek

Dema patinê: saetek




Malzeme:

Kîloyek fişne

750 gr. şekirê hûr

10 qedeh av




Çêkirin:

Doxikên fişneyan jêkin û baş bişûn. Deh qedeh av di qûçhanê de bikelînin, hêdî hêdî şekir tevlê bikin û tê de bihelînin, fişneyan jî tevlê bikin û 25 deqîqeyên din jî bikelînin.

Ji êgir deynin, sar bikin û serwîs bikin.

Şîrbirinca Şamê



Ji bo 4 kesan
Dema amadekirinê: 10 xulek
Dema patinê: 40 xulek
Malzeme:
2 fîncan birinc
8 qedeh şîr
4 qedeh şekirê hûr
2 perçe benîştê dilopê
Qedeh û nîv av
Çend dilop ava lîmonêk
200 gr. to an jî fisteq
Çêkirin:
2 fîncan birincê bixeşînin û tevlî şîr bikin.
Benîştê dilopê yê kutayî bi hinek xwê ve bikelînin û bikin mîna lepeyê, ji êgir deynin û sar bikin.
Di firaxeke din de, av û şekir bikelînin û çend dilop ava lîmonê tevlê bikin.
Ku şirûba we hazir bû , bera ser birincê bidin , to an jî fisteq deynin ser û serwîs bikin.